Li Antalyayê komên çekdar pêşî li hevserokê HDP’ê giritin

Li Antalyayê komek nîjatperest pêşiya hevserokê HDP’ê Mihemed Denîz girtin.

Li navçeya Doşeme-alti ya Antalyayê jî komek nîjatperest pêşiya hevserokê HDP’ê Mihemed Denîz girtin, pirsa nasname kirin.

Denîz anî ziman ku ji aliyê 2 kesên ku li destê wan fener heyî ve hate rawestandin.

Denîz diyar kir ku nêzî 20 kesên ku temenê wan navbera 16-40’î bûn, dor li wesayîta wî girtine, destnîşan kir ku ji derveyî 2 kesî yên din hemû biçek bûn.

Denîz got: “Dema min got diçim mala xwe, navnîşana mala min û nasname xwestin. Dema min pirsa ‘Hûn ne leşker, ne polîs in, ev çiye? bersiva ‘Em dizanin armanca me çiye, hûn nizanin’ da.”

Denîz da zanîn paşê rê dan ku ew derbas bibe û got: “Ev provakasyon e.”

Back to top button