Jimara kesên li deverên lehiyê dijîn gihiştiye 86 milyonan

Jimara mirovên ku ji ber bandora veguheztina bajar û koçberiyê li herêmên bi rîsk bicih bûne û bi xetereya lehiyê re rû bi rû mane, ji 56’an gihiştiye 86 milyonî.

Raporek lêkolînê ya ku duh hat weşandin eşkere kir ku jimara kesên ku li deverên “tofanparêz” dijîn di navbera salên 2000-2015’an de ji 58 milyonî gihîştiye 86 milyonî.

Di lîkolînê de derketiye holê ku bandora veguheztina bajar û koçberiyê li deverên rîska lehiyê lê heyî zêdetir bûye.

Di lêkolînê de 913 bûyerên mezin ên lehiyê ji sala 2000’an vir ve hatin nirxandin û jimara zêdebûna mirovan ya li van herêman hatiye şopandin.

Ji karesatên lehiyê 250 heta 290 milyon kes bandor bûne.

Ji sedî 90 bûyerên lehiyê li başûr û başûr-rojhilatê Asya ne

Hate ragihandin ku ji sedî 90 bûyerên lehiyê li başûr û başûr-rojhilatê parzemîna Asya rûdane.

Lêkolîna navborî di govara “Nature” de hate weşandin.

Back to top button