Dagirkeran bi çekên giran êrîş birin ser gundên Til Temir û Zirganê

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojên dawîyê de li ser herêmê zêde bûne.
Dagirkeran duh bi şev bi çekên giran êrîş birin ser gundên Um El-Kêf û Til Şinan ên Til Temirê û gundê Til El-Werd ê Zirganê.
Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî diyar kir ku şervanên wan bersiva êrîşan dan û di encamê de seyareyek hate rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 2 jî brîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmê bênavber û li pêşiya çavên cîhanê dewam dike.

Duh piştî nîvê şevê dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Til Şinan ê Asûrî yê li rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Her wiha gundê Til El-Werd yê navçeya Zirganê û gundê Um El-Kêf yê Til Temirê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kirin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, dibistana gundê Til El-Werd û hola dewatan (zemawendan) a li rojhilatê Til Temirê hate hedefgirtin.

Di encamê de zirarên madî bi holê bûn û gelek lawirên malbata ku di holê de dixebite telef bûn.

Sivîlên ku li herêmê dijî dibin hedefa êrîşên dagirkeran

Têkildarî mijarê, jina bitemen mezin Edle Hisên diyar kir ku Dewleta Tirk idîa dike ku ew êrîşî sivîlan nakin û ev yek derewand.

Meclisa Til Temirê ya Leşkerî: Di encama bersivdayîna êrîşan de seyareyek hate rûxandin 2 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, têkildarî êrîş û topbarana dawî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Til Temirê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hate diyarkirin ku di topbaranan de malên sivîlan û dibistanên gundan hatin hedefgirtin û şervanan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Hat gotin dagirkerên ku li Girê Menax bi cih bûbûn hedef hatin girtin û di encama çalakiyê de seyareyek leşkerî hat ruxandin, 2 çete hatin kuştin û 2 çete jî brîndar bûn.

Li gundekî Til Temirê, jinek û 2 endamên hikûmeta Şamê birîndar bûn

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike û di encama topbaranan de 2 leşkerên artêşa Sûriyê û jinek bi navê Fiteyim Qetûf El Elî brîndar bûn.

Hat diyar kirin çeteyên dagirker ji bo hêzên xwe yên ser sînor teqwiye şandine û amadekariyên êrişê dikin.

Back to top button