Meclisên Kantona Qamişlo: Hikûmeta Şamê û Rûsya berpirsên komkujiya Eyn Îsayê ne

Hêrs û nerazîbûnên li dijî êrîşên û komkujîyên dewleta Tirk û çeteyên wê jî zêde dibin.
Meclisên kantona Qamişlo komkujiya ku dewleta Tirk doh li Eyn Îsayê pêk anî şermezar kirin û hikûmeta Şamê û Rûsiya weke berpirsên vê komkujyê dîtin. Rêxistina Kongra Star a Girê Spî jî banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kir.

Çalakî û bertekên li dijî komkujiya ku dewleta Tirk doh li Eyn Îsayê pêk anî zêde dibin.

Sazî û meclisên kantonên Qamişlo bi daxuyaniyan cuda ev komkujî şermezar kir.

Meclisa bajarê Qamişlo ku li pêşiya meclisa bajêr daxuyaniyek da diyar kir ku dewletên garantor li Sûriyê berpirsên vê komkujiyê ne.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Meclisa navçeya Amûdê jî bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û diyar kir ku ev êrişeke dijminane ye.

Meclîsê diyar kir ji ber bê helwestîya navnetewî dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk tîne.

Meclisa navçeya Tirbespiyê jî hikûmeta Şamê û Rûsya weke hevkarên dewleta Tirk bi nav kir û komkujî şermezar kir.

Daxuyaniya Meclisa Girkê Legê jî ji aliyê endamê meclisa navçeyê, Xalid Osman ve hate xwendin.

Xalid Osman anî ziman ku sûcên Tirkiyê qirkirina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û têkbirina ewlehî û aramiyê ye.

Her wiha da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk israr û berxwedana wan zêde dike û banga rabûn li hember êrîşan kir.

Di heman çarçoveyê de, bi dehan endamên saziyan li pêşiya meclisa navçeya Dêrikê kom bûn û daxuyaniyek da.

Meclisê piştrast kir ku dewleta Tirk ji van êriş û sûcên ku pêk tîne armanc dike şêniyan bide koçberkirin û demografiya herêmê biguherîne.

Meclisa navçeya Til Birakê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrişa dijminane ya dewleta Tirk a li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.

Meclisê bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî, saziyên navneteewyî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya kir ku destwerdanê bikin.

Meclisa navçeya Til Hemîsê jî bang kir ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê rawestin û koçber vegerin warên xwe.

Kongra Star Banga rawestandina sûcên dewleta Tirk kir

Kongira Star a Girê Spî jî daxuyaniyek da û komkujiya Eyn Îsa ku di encamê de 4 kes hatin kuştin şermezar kir.

Kongra Star bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.

Back to top button