Efrîn..Dagirker malên welatîyan dikin baregehên leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên şêniyên Efrînê desteserdikin û dikin bargehên leşkerî.Dagirkeran ji gundê Ziyaretê jî kesek revandin.

Hat diyar kirin dagirkeran di destpêka meha Tebaxê de ciwanekî ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa, dema ku li Ezazê bû revandin û nayê zanîn bê bi ku de birin.

Her wiha dagirkeran dest danîn ser mala welatiyê bi navê Ehmed Emûn yê ji gundê Baflûrê û veguherandin baregeha leşkerî.

Şêniyên gundê Baflûrê, Metîna û Şerayê ragihandin ku îstixbaratên Tirkiyê malên wan desteserkirin û vegiherandin bargehên leşkerî.

hat diyar kirin dagirkeran malên ku veguherandine bargehên leşkerî kirine girtîgeh û hemû kesên revandî li wir dişînin Tirkiyê.

Back to top button