Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îro wê bi dawî bibe

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 5’emîn wê îro bi dawî bibe.

Çalakiyên Pêşangehê 29’ê Tîrmehê bi beşdarbûna 44 weşanxaneyên ji gelemperya Kurdistanê, welatên Ereban û Îtalyayê dest pê kir.

Pêşangeha ku 8 rojan dewam kir ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat bi rêxistinkirin.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk, 12 hezar sernav bi mijarên cûda bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, ingilzî û fransî hatin pêşandan.

Pêşangeh rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat.

Pêşangeh her sal ji bo bîranîna têkoşer û rewşenbîrê Kurd Hisen Şawîş ango Şehîd Herekol ku di 20’ê Tîrmeha 2016’an de şehîd bû, tê rêxistinkirin.

Back to top button