3 endamên RJAK’ê dema ji Şingalê vegerîyan ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin

3 Endamên RJAK’ê ji bo beşdarbûna bîranîna şehîdên fermana 74’an ku çûbûn Şengalê, di dema vegerê de ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin revandin.

Şandeya ku ji endamên Meclîsa RJAK’ê Xewla Mhemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, piştî merasîmê îro ber bi Silêmaniyê ve bi rê ketin.

Lê li benda kontrolê ya Kelek a ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Li gorî rêveberiya RAJK’ê ragihand ku endamên şandeyê piştî ji Mûsilê derketine li Hewlêrê hatin binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.

Rêveberiya RJAK’ê bang li PDK’ê kir ku endamên wan serbest berde.

Back to top button