Li Til Rifetê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan

Bertekên li dijî êrîşên dagirkerîyê yên li ser herêmê jî zêde dibin.
Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrîşan daketin qadan.

Bi diruşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin” bi hezaran welatîyên yên Efrîn û Şehbayê li dijî sûc û hovîtiya li Efrînê û êrîşên êrîşên dagirkeran daketin qadan.

Meşê ji rêya sereke ya navçeya Til Rifetê dest pê kir û li çerxerêya navçeyê veguherî mîtîngê.

Lê vê derê bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û anî ziman ku hemû dewletên serdest piştgirî dan dewleta Tirk ku Efrînê dagir bike.

Henan diyar kir ku welatîyên Efrînê ji bo vegera li Efrînê berxwedana xwe li Şehbayê didomînin.

Bi navê Meclisa Jina Azad Munîra Mihemed jî axivî û diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk bi navê olê sivîl qetil kirin û Sûriyê wêran kirin û hê jî van kiryarên xwe dewam dikin.

Mîtîng bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

Back to top button