
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo êrîşa li ser Derayê nerazîbûn nîşan da û banga diyalokê ji bo çareserkirina aloziyê kir.
Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê derbarê mijarê de daxuyanek da.
Di daxuyaniyê de bingeha şoreşa gel a li ser esasê demokrasî û azadiyê hate bibîrxistin û piştgiriya bi gelê Derayê re hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku partiya Sûriya Pêşerojê hemû cûreyên zordarî, şikandina îradeyê, çareseriyên ewlehî û leşkerî ku rejîm dimeşeîne red dike.
Di dawiya daxuyaniyê de jî ji hikûmeta Şamê hate xwestin ku pabendî peymanên navdewletî yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bibin û aloziya Derayê li ser vî esasî dûrî hewldanên leşkerî bi gel re çareser bike.