Hêzên Iraqê li Bexdayê serçeteyek DAIŞ’ê girtin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ragihand, serçeteyek DAIŞ’ê li Bexdayê girtin û gelek çek û teqemeniyên li gel de jî desteser kirin.

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Facebookê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand.

Dezgehê diyar kir ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ’ê ku di nava rêxistinê de wek yek ji serçeteyên ‘wîlayeta bakurê Bexda ya DAIŞ’ê’ bû’, her wiha berpirsê veguhestina xwekujên çeteyan bû, girtine.

Hat diyarkirin di dema lêpirsînê de wî serçeteyî eşkere kiriye ku li bajaroka Tarmiye ya dikeve bakurê Bexdayê, depoyek ya çek û teqemeniyan heye.

Piştî mikurhatina çete hêzên Iraqê wan çek û teqemenî jî desteser kirin.

Back to top button