Hêzên hikûmeta Şamê bi moşekan bajarê Babê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin topbaran kir.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, hikumeta Şamê dûh êvarî bi moşekan navenda bajarê babê noxtên çeteyên ku li bajêr bi cih bûne topbaran kir.

Di encama topbaranê de li hin avahiyên bajêr şewat çêbû û ziyanên madî çêbûn.

Wekî kû hûn jî di dîmenan de dibînin, ji bo şewata agirê li bajêr seyarên agirkuj ji bo cihê bûyerê tên vegûhestin

Têkildarî êrîşên li Babê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.

Navendê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Boxazê, rêya M4 û xaçrêya El-Ewseclî, her wiha gundên bajarokê El-Erîma yê li rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî topbaran kir.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk deverên navborî ji bargehên El-Şiwêha û Zerzûrî yên li rojhilatê Babê herêmên navborî topbaran kir.

Navenda Ragihand ku heta niha li herêmên navborê 21 top li wan ketine.

Back to top button