Îlham Ehmed: Ji ber hişmendî û siyasetên AKP’ê kareset derdikevin

​​​​​​​Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed derbarê dijminatiya destihala Erdogan a li dijî Kurdan hişyarî da û diyar kir ku AKP’ê şaneyan ava dike da ku bûyerên kuştinê pêk bîne. Îlham Ehmed bang li civaka navnetewî kir da ku kiriyarên dewleta Tirk yên dermirovî rawestîne.

Ji ber dijmintiya desthilata faşîst ya Erdogan li Tirkîyê êrîşên li dijî Kurdan zêde dibin.

Ji ber siyasetên hikumeta AKP’ê jî gelek komkujî li dijî Kurdan hatine kirin.

Têkildarî komkujiya li bajarê Konyayê ya li dijî malbateke Kurd, pêk hat û di encamê de 7 kes hatin qetilkirin, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk -MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got:

”Dijminatiya rejîma AKP’ê ya li dijî Kurdan siyaseteke gelekî xeter e û gefê li civaka Tirk dixwe.

Ji ber hişmendî û siyasetên AKP’ê kareset derkevin.”

Îlham Ehmed: Di demeke nêzî de çareserî ji aloziya Sûriyê re nîne

Derbarê aloziyên Sûriyê de jî Îlham Ehmed diyar kir ku tevî zextên li ser hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyê tu çareserî ji aliyê Sûriyê re di demeke nêz de xuya nake.

Sedema vê yekê tunebûna îradeyeke rasteqîn a hikûmeta Şamê ye û destwerdana hêzên derve û heremî ye.”

Îlham Ehmed: Hikumeta Şamê di bin navê netewperestiya Ereb de Sûriyan dixapîne

Îlham Ehmed eşker e got” Rejîm Sûriyan di bin navê netewperstiya ereb de dixapîne. Rejîm kesên ku derveyî sîwana netewperestiyê biaxive bi parçebûn û serxwebûnê tawanbar dike.”

Îlham balkişand ser rola Rûsya daxuyand ku Rûsya gelek caran hewl da rola navbeynkar di navbera Rêverberiya xweser û hikumeta Şamê de bilîze.Lê hemû hewldanên wê bê encam bûn.

Ilham Ehemd eşkere kir ku hin alî mîna Tirkiyê û Îranê jî çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin.

Îlham Ehmed: Tevkariya navneteweyî ya bi Rêveberiya Xweser re dê aloziya Sûrî çareser bike

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo aloziyên Sûriyê çareser bibin pêwîste hêzên navdewletî ji bo çareseriyê gavên şêmber bavêje û tevkariyeke navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re pêş bixe.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bang li civaka navnetewî kir da ku kiriyarên dewleta Tirk yên dermirovî rawestîne.

Back to top button