Şêniyên bajaroka Hişê: Rûsya berpirsê komkujiya li gundê Sefawiyê ye

Şêniyên Eyn Îsa komkujiya dewleta Tirk ya li dijî malbatekê li gundê Sefawiyê pêk anîn, bi meşekê şermezarkirin. Şêniyan diyar kir, civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor ji komkujiyê berpirsyar in.

Meş ji aliyê meclisa bajaroka Hîşe ve hate organîzekirin

Meş ji pêşiya avahiya Şaredariyê ya aliyê rojhilat ber bi rojavayê bajarokê Hîşa yê Îyn Îsa dest pê kir.

Di meşê de pankartên ‘Na jî faşîzma Tirkiyê re’ û ‘wêneyên şehîdên komkujiya li Sefawiyê ‘ hatin bi rêzkirin.

Meş heta li ber avahiya meclisa bajaroka Hîşe domiya û li ser navê meclisê daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor bi bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên deweleta Tirk berpirsên vê komkujiyê ne.

Ji ber ku ew berpirsê pêkanîna biryarên navneteweyî ne ku hedefkirina sivîlan qedexe dikin.”

Mecilisê bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan rawestînin.

Çalakî bi diruşmeyên ‘Qatil Erdogan’ bi dawî bû.

Back to top button