Leşkerên Tirk daristanên Kurdistanê dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker ku li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirkerî, qirkirin û talankirinê didomîne, xwezaya Kurdistanê jî dişewtîne, talan dike.

Di dîmeneke ku ji aliyê televîzyona Medya Haber ve hatiye weşandin de, li Navçeya Şemzînan a girêdayî bajarê Colemêrg ê Bakûrê Kurdistanê leşkerên Tirk daristanê dişewitînin.

Di dîmenê de tê dîtin ku 2 leşker pêşiyê benzînê li cihên daristanî direşînin û pişt re jî agir pê dixin.

Artêşa dagirker bi salane li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê daristanan dişewitîne û nahêle ku welatî şewatê vemirînin.

Herî dawiyê li bajarên Dêrsim û Sêrtê şewatên daristanan derketin û leşker nahêlin ku bê vemirandin.

Her wiha li gelek herêman daran dibirin û li gel cerdevanan bazirganiya wan dikin.

Li gel êrîşên 23’yê nîsana 2021’an ku artêşa dagirker li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin jî, daristanên herêma Behdînan a Başûr hatin talankirin.

Bi sedan ton darên hatine birîn, bi hevkariya leşker, cerdevan û hin kompaniyên li başûr birine bajarê Dîlokê Bakûrê Kurdistanê û difiroşin.

Back to top button