Çalakîyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dayîna xelatan bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ya 5’emîn ku li navenda çand û hunerê Mihemed Şêxo ya Qamişlo hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Di roja dawî ya pêşengehê de malbata şehîd Herekol, kesên ku bêhtir dihatin serdana pêşngehê dikirin ji aliyê desteya Çandê hatin xelatkirin.

Her wiha ji bo xwendekarên Zanîngeha Rojava jî gelek pirtûk bê beranber hatin dayîn.

Di roja dawî ya pêşengehê de hijmareke zêde welatiyan serdana pêşengehê kirin.

Her wiha ji aliyê Şopdarên Rojê ve belgefilmek li ser kampa Waşûkanî hate pêşandan.

Pêşangeha ku 8 rojan dewam kir ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat birêxistinkirin.

Di pêşangehê de zêdeyî 130 hezar pirtûk, 12 hezar sernav bi mijarên cûda bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, ingilzî û fransî hatin pêşandan.

Pêşangeh her sal ji bo bîranîna têkoşer û rewşenbîrê Kurd Hisen Şawîş ango Şehîd Herekol ku di 20’ê Tîrmeha 2016’an de şehîd bû, tê rêxistinkirin.

Bi riya pêşengehê danûstandina raman di navbera weşanxaneyan de çêbû

Nivîskarên ku tev li pêşangehê bûn, piştrast kir ku ji bo belavkirina çanda xwendinê di nava civakê de pêşengeh gelek girîng e, lê nirxên kirîna pirtûkan pir biha bû.

Nivîskar Efaf Heskê bi pirtûkeke helbestan tev li pêşangehê bûbû, destnîşan kir ku pêşangeha Şehîd Herekol ji bo nivîskar û helbestvanan nimune ye û wiha domand:

Di pêşengeha îsal de, di aliyê nivîsandin û xwendinê de hêz û israr hebû. Ji bo me nivîskar û helbestvanan pêşangeh gelek girîng e.”

Helbestvan Meryem Temir jî diyar kir ku ev 5 sal in pêşangehê dişopîne û îsal bi du pirtûkan tevlê bûye û wiha lê zêde kir:

Di rastiyê de pêşangeha îsal bi hebûna gelek pirtûkan û bi tevlêbûna gelek çapxaneyan ji hemû parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ereban gelek taybet û cihêreng bû

Pêşengeh bi belavkirina diyariyan li ser nivîskar û kesên ked dane hatin xelatkirin.

Back to top button