Endamên partiyên siyasî yên Germiyanê banga ronîkirina bûyera Xelîfan li PDK’ê kir

Nûnerên partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê diyar kirIn PDK li beramberî banga PKK’ê ya ji bo danûstandinê, helwestek xirab û xeter nîşan dide.
Bang li PDK’ê kirin çarenûsa gerîlayên di 26’ê Tîrmehê de li Xelîfanê êrişê wan hat kirin eşkere bike.

Nerazîbûnên li dijî helwest û siyaseta şerxwaz a PDK’ê ya li beramberî PKK’ê zêde dibin.

Endamê Rêveberîya Partiya Şuî Kurdistan Ehmed Mecîd, anî ziman ku şerê birakujî xwesteka dijminan e ji bo em hevdû tine bikin û got,

”Tişta ku niha dewleta Tirk li beramberî Kurdan dike, jenosîd û dagirkeriye, ji bo vê jî pêwîste hemû partî destên xwe bidin hev û li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

Di derbarê helwesta PDK’ê de jî Ehmed Mecîd diyar kir ku beyanameyên PKK’ê ji bo yekgirtin û aştiyê bû, ev jî cihê destxweşiyê ye.

Nabe ne PDK’ê ne jî ti partiyek din ên Başûr ji PKK’ê re bêjin dagirker, ew ne dagirkerin ne jî mêhvanin.

Endamê Rêveberîya Partiya Şuî Kurdistan anî ziman ku PKK’ê dikare li her çar parçeyên Kurdistanê bimîne, kes nikare vî mafê jê bigire.

Hawrê Cebar bang li PDK’ê kir: Pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin

Hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Germiyanê, Hawrê Cebar jî li ser mijarê axivî û anî ziman ku niyeta PDK’ê şerxweaziye, ev yek diyar e.

”Tevî ku gelek carin PKK bang li PDK’ê dike pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û yekgirtina xwe çêkin, lê PDK ti danûstandinekê nake.

Lê li aliyê din li gel balyozê Tirk rûdinin û pilanên qirkirina Kurdan datînin, rojane li gel dewleta Tirk rûdinin û lihevkirinên nû dikin.”

Hawrê Cebar daxwaz ji tevayî aliyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê kir li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re helwest nîşandin.

Goran Rehîm: Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye

Berpirsê Partiya Zehmetkêşên Kurdistan a Germiyanê, Goran Rehîm jî diyar kir ew wek Partiya Zehmetkêşan li dijî şerê Kurd bi Kurdin.

Goran destnîşan kir ku dagirkeriyek berfireh li ser Kurdistanê heye ji bo wê jî pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye.

Back to top button