PKK: Şehîdbûn afirandina jîyana herî pak û pîroz e

Dewleta Tirk piştî sê salan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehsûm Aslan ku li Dêrsimê şehîd bûbû, bi kargoyê ji malbata wî re şand.Komîteya Piştgiriyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî vê yekê destnîşan kir ku ev polîtîkayek yê şerê teybet ê desthilata AKP-MHP’ê ye.PKK’ê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van polîtîkayên bê rûmetkirinê, bi bilindkirina têkoşînê rûmeta xwe biparêzin.

Dewleta Tirk a degirker 2’ê Tebaxê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehsûm Aslan (Fîraz Paramaz) ku sala 2018’an li Dêrsimê şehîd bûbû, bi kargoyê ji malbata wî re şand.

Komîteya Pişgiriyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê derbarê vê hovîtîya dewleta Tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteyê diyar kir di PKK’ê de şehîdbûn afirandina jiyana herî pak û pîroze û da zanîn lehengên gelê Kurd ji bo azadî û pêşeroja gelekî ku di bin pencên qirkirinê de ye, têkoşîneke bê hempa dimeşînin û wiha hat gotin,

“Gerîlla li her derê derbên giran li dijmin dixe. Dema ku faşîzma AKP-MHP’ê têk diçe, her tim êrîşê dibe ser gorên xwebexşên gelê me. Laşen cangoriyên me ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj dike amûra şerê xwe yê teybet.”

PKK: Divê gelê Kurd li dijî bê rûmetkirinê têkoşînê bilind bike

PKK’ê da zanîn dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de bi salan cenazeyan li cem xwe digre û bi kargoyan dişîne ji malbatên wan re û bibîrxist ku ev yek destpêkê li ser gerîla Egîd Îpek pêkanîn.

PKK’ê diyar kir di ti olan de miravahî rastî wehşeteke wiha nehatîye û destnîşan kir her du gerîla ji Amedê ne û li Dêrsimê gihîştine şahadetê û wiha dewam kir,

“Pêwîste di serî de gelê me yê Dêrsim, Amed û tevahî mirovahiya azadîxwaz baş bizanibe ku ev bûyer ne ji rêzê ye. Çawa di serhildana Dêrsimê de mirovan nikarîbûn ji ber cenazeyan derbas bibin, îro jî heman hişmendî di dewrê de ye. Bi vî rengî dixwazin qirêjiya xwe ya dîrokê dubare zindî bikin.”

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan ya PKK’ê di şexsê malbata gerîla Mahsûm Aslan de ji hemû malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersazî xwest û soz da ku ew ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

PKK’ê di dawîyê de bang li gelê Kurd kir bi berxwedanê xwedî li şehîdan derkevin û li hemberî van polîtîkayên bê rûmetkirinê, bi bilindkirina têkoşînê rûmeta xwe biparêzin.

Back to top button