HPG: Li Dêrsimê leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir gerîlayan li Dersimê, ji du baskan ve li dagirkeran xistin û di encamê de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk li qada Werxelê ya Avaşînê li dijî çeperên şer gazên kimyewî bi kar tîne.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê li bakur û başûrê welat bê navber çalakîyan dikin û rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ya dagirker û çalakîyên gerîlayan de daxuyaîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê ragihand li eyaleta Dêrsîmê hêzên gerîla li dagirkeran xistin û ev agahî parve kir;

“5’ê Tebaxê li navçeya Xozatê ya Dersimê, yekîneyeke artêşa Tirk ya dagirker ku kemîn datanîn, kete bin kontrola hêzên me yên YJA Starê. Gerîlayan ji du baskan ve li dagirkeran xist. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo biranîna fermandarên memir Zîn Cizîr û Yilmaz Dersim hatin kirin, ku li Dersimê şehîd bûbûn.

HPG: Artêşa Tirk li Avaşînê li dijî çeperên şer gazên kîmyawî bikartîne

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî li herêma Avaşînê li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 5’ê Tebaxê li qadên Girê Sor, Mervanos, Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran pêkhatiye û helîkoptêran xwestine qada Girê Sor bombebaran bikin hêzên gerîla li helîkoptêran dane.

HPG’ê da zaanîn heman rojê li herêma Avaşînê li qada Werxelê tûnelên şer bi teqemeniyan hatine bombebarankirin û hat gotin, artêşa Tirk li Werxelê li dijî çeperên şer gazên kimyewî bi kar tîne.

Hat ragihandin 5’ê Tebaxê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker qadên Kurojehro, Sîda, Saca yên herêma Zapê û gundê Rênçbiraxa bombebarankirin.

Li alîyê din Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên 5’ê Tebaxa sala 2016’an li Garê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza serxistina armancên şehîdan da.

Back to top button