
Çemê Bazamîr yê Sîlopî ya Şirnexê, îsal ji ber hişkesaliyê zuha bû.
Çem çavkaniya xwe ji Çiyayê Cudî digire û diherike Çemê Dîcleyê.
Zuhabûna çem bandorek neyînî li zindiyên ku tê de ne, dike.
Di heman demê de darên derdora çem ji ber kêmbûna avê hişk dibin.
Remezan Aras ê ku li herêmê şivaniyê dike, dibêjeku tu salan hişkesaliyek bi vî rengî nebûye.
Remezan diyar kir ku bi vê yekê re li herêmê gelek kanî û çem zuha bûne.