Asûman Kulter ne li meclisê vê carê li nanpêjê jinan birêxistin dike

Tevî ku ji bo “demekê” ji peywirê hate dûrxistin, lê ji karê rêxistinkirina jinan dûrneket. Asûman Kulter ku endama Meclisa Giştî a Şaredariya Şirnexê ya HDP’ê ye, niha ji bo piştgiriyê bide jinan wek alternatîf cihê pijandina nanê tenûrê û sêlê vekiriye.

Jina bi navê Asûman Kulter ji bo hêzê bide jinan ku mihtacî mêran nebin, nanpêja nanê Sêlê û Tenûrê yê bi navê Nergîzê vekir.

Li ge  l Asûmanê 5 jin dixebitin û debara mala xwe dikin.

Asûman bi xwe endama Meclisa Giştî a Şaredariya Bajarê Şirnexê ya HDP’ê ye.

Ew li gel hin endamên din, ji aliyê Wezareta Karên Hundir Kanûna 2020’î de ji bo “demekê” ji peywirê hatin dûrxistin.

Jinên li Şirnexê bi nanê sêlê û tenûrê debara xwe dikin

Asûmanê diyar kir ku aloziya aborî bandor gelekî li ser jinan kiriye, lewra jin ji bo debara xwe bikin nanê tenûrê û sêlê li vir dipijînin û pê debara xwe dikin.

Li gel vê Asûmanê da zanîn jî ku nanê tenûrê û sêlê çandek kurdan e ji bo çanda me winda nebe em vî karî dikin.

Asûmanê, di dawiyê de anî ziman ku dema jin bixwaze dikare her karî bike, dê jin tim biserkevin.

Ronahî Agri-soy jî li nanpêjê kar dike, diyar kir ku karê wan çavkaniya debara wan e.

Back to top button