Çalakiya greva birçîbûnê di roja 253’an de dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê a girtiyên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrdîê û ji bo azadîya Rêber Apo di roja 253 de dewam dike. Li girtîgeha Dîlokê av hatiye birîn, şekir û xwê jî nadin girtiyan. Xizmên girtiyan jî bagn kirin ku her kes li dijî van pinpêkirinên li girtîgehan dengê xwe bilind bikin.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber APo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê di grava birçîbûnê de ne, bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi koma 48’an di roja 253’an de ye.

Çalakiya li Wargeha Mexmûr jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan ku di 18’ê kanûna 2021’an de, hatî destpêkirin, 232’an didome.

Her wiha çalakiya li kampa Lavriyo ya Yewnenistanê jî, 215 roj li pey xwe hiştin.

Li girtîgeha dîlokê av hatiye birîn, şekir û xwê jî nadin girtiyan

Sevînç Selçûk a ku di 18’ê Tîrmeha 2020’î de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û di Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê de ye bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Sevînç ragihand ku du hefte ye ava wan hatiye qutkirin û îdareya girtîgehê şekir, xwê û lîmonê nade girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

”Ev salek e ez ne dikarim destê xwe bidim kurê xwe ne jî hembêz bikim”

Girtî û xizmên wan di girtîgehan de tengasiyên mezin dijîn û bi pêvajoya pandemiyê re şert û mercan dijwar bûne.

Mihan Turan a li Êlihê dijî, kurekî wê jî girtiye.

Mihan diyar kir ku kurê wê Ramazan Turan li Girtîgeha Hilwana Rihayê girtî ye û balkişand ser zehmetiyên ku dikişîne

Mihan di dawiyê de anî ziman ku daxwazên girtiyan tên paşguh kirin, lê divê her kes ji cihekî dengê xwe ji bo girtîgehan bilind bike.

”Bi tecrîdê re şer û aloziya aborî zêde bû”

Endama Lijneya Rêveber a Şûbeya Amedê ya OHD’ê Adile Salman jî bal kişande ser grêva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:

“Bi tecrîdê re şer, krîza aborî û siyasî zêde bûye. Divê raya giştî were çêkirin û mirov bike ku saziyên weke CPT sazkar bibin. Her wiha divê mirov xwedî li daxwazên girtiyan derkeve û gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin.”

Back to top button