Nûra El-Hamid: Amerîka dikarîbû rê li kuştina Hevrîn Xelef bigirta

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Minbic û gundewarên wê Nûra El-Hamid destnîşan kir cezayên ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê li ser çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriyê birîye têrê nakin. Nûra bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku biryarên xwe pêk bîne.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, 28’ê Tîrmehê ceza li çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê, di nav de Serçeteyê Ebû Hatim Şeqra birî.

Serçete Ebû Şeqra sûcê kuştina Sekretera Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 pêk anî.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarên wê Nûra El-Hamid der barê biryara DYA’yê de nirxandin kir.

Nûra El-Hamid anî ziman ku ev ceza têrê nakê, ji ber dema ku çeteyan Hevrîn Xelef kirin armanc, hêzên Amerîkî çend metre nêzî cihê bûyerê bûn û mudaxele nekir.

Nûra destnîşan kir ku birîna cezayên li kujerên şehîd Hevrîn Xelef dereng hat û got:

kujerên şehîd Hevrîn divê di aliyê navneteweyî û qanûnî de werin ceazkirin.

Divê di serî de dewleta Tirk were cezakirin ji ber ku bi rêya çeteyên xwe destekên xwe piştgiriyê terorê dike wan ji bo berfirehkirina hegemoiya xwe li herêmê bi kar tîne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Minbic û gundewarên wê Nûra El-Hamid destnîşan kir ku civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûriyê bêdeng e û bang lê kir ku sûcdarên sûcên şer di serî de dewleta Tirk û çeteyên wê, berpirsiyar bibîne û wan bişîne dadgehên navneteweyî da ku cezayê xwe yê dadmend werbigirin

Back to top button