Piştî têkçûna danûstandinan, hêzên hikûmeta Şamê gundên Derayê topbaran kir

Li Deraayê piştî têkçûna danûstandinên di navbera rûspiyên bajêr û Hikûmeta Şamê de, hêzên Hikûmetê gundên Deraayê topbaran kir û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.
Li gundên Idlib, Heleb û Hemayê jî Hêzên Hikûmeta Şamê û komên çete yên bi ser dewleta Tirk ve hevdu dane ber topan.

Li Deraayê, Dorpêça Hikûmeta Şamê li ser bajarê Deraa El-Beleda ji 25’ê hezîranê dewam dike, bi hinceta ku çekdarên navxweyî yên li wir mane red dikin çekên xwe yên sivik radestî Hikûmeta Şamê bikin, li gorî ku di peymana lihevhatinê ya di 2018’an bi garantoriya Rûsyayê, li hev kiribûn.

Ji wê rojê ve şer li Deraayê gûr bûye û gelek danûstandin di navbera Hikûmeat Şamê û rûspiyên bajarê Deraayê de bi navbênkariya Rûsya de çêbûn, lê negihaştin tu encamê.

Pişî binketina danûstandinên herî dawî li Deraayê, Hêzên Hikûmeta Şamê gundewarên Deraa topbaran kir û riya tekane li pêşiya sivîlên ku hewle didan ji ber gurbûna şer ji bajêr derkevin, girt.

Di encama toparanê de gelek sivîl birîndar bûn.

Li aliyekî din, êlên herêma Horanê daxuayniyek da û zêdekirina hêzên leşkerî li herêmê, berdewamkirina dorpêça bajêr, gefxwerinên Hikûmeta Şamê bi kuştin û, wêrankirin û koçberkirina sivîlan, şermezar kir.

Neteweyên Yekbûyî ji der barê rewşa Deraayê diyar ku gurbûna şer 18 hezaer sivîl neçar kiriye ku ji cih û warê xwe derkevin, her wiah şerê ku niha li Deraayê diqewime bi ji şerê herî giran ji sala 2018’an û vir ve bi nav kir.

Hêzên hikûmeta Şamê gundên Idlib, Heleb û Hemayê toparan kir

Li bakur rojavayê Sûriyê jî, li gundewarên Idlib, Heleb û Hemayê hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên bi ser dewleta Tirk ve hevdu dane ber topan.

Hêzên Hikûmeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê û gundewarên bakur rojavayê Hemayê topbaran kir. Her wiha çeteyan jî bargehên Hikûmeta Şamê li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, komeke ji çeteyên ozbekî li gundewarên Idlibê bi dizî derbasî navendên hêzên Hikûmeta Şamê bûn û 4 leşkerên ji hêzên Hikûmeta Şamê kuştin, û 2 ji wê koma çeteyên ozbekî hatin kuştin.

Back to top button