HDP, KCD û DBP’ê li Xinûs û Colemêrgê meş pêk anîn

Di çarçoveya xebatên “Em HDP ne li her derê ne” Heyetên HDP’ê KCD’ê û DBP’ê li bajarên Xinûs û Colemêrgê tevî gel meşên girseyî pêk anîn.
Di hevdîtinan peymanên ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan ya li dijî tecrîdê hate dayîn.

Di çarçoveya xebatên “Em HDP ne li her derê ne” parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Hişyar Ozsoy û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, serdana navçeya Xinûsê ya Erziromê kirin.

Parlamenter, bi girseya ku wan li têketina navçeyê pêşwazî kirin re heta navenda navçeyê bi dûrişmeyan meşiyan.

Li avahiya HDP’ê ya li navçeyê Parlamentera HDP’ê ya Agirêyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji gel re axivî û diyar kir gel bi xwedîderketina li partiya xwe derseke baş daye desthilatê.

Her wiha di heman çarçoveyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li navenda Colemêrgê serdana gel kirin.

Colemêrgiyan heyet bi pankartên “Ji bo azadiyê”, “Ji bo çareseriyê” “Em HDP ne li her derê ne” pêşwazî kirin.

Li têketina bajar hejmareke zêde welatîyan jî heyetê pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê heyetê li navenda bajar serdana dikandaran kir.

Dema serdanê girseyê bi dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana zîdnanan a li dijî Tecrîdê.

Piştî serdana dikandaran heyet derbasî Geverê bû.

Back to top button