Ebid Hamid El-Mihbaş: Me îsal ji bo projeyên werzîşê bûdceyeke taybet veqetandiye

Desteya Ciwanan û Sporê turnoveyeke futbolê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê da destpêkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, şêx û rûspiyên eşîran û bi sedan şêniyên Reqayê beşdarî Maçê bûn.

Maça yekemîn di navbera tîma Firat Kobanê û Zeyban Dêrazorê de lidarket û tîma Firat Kobanê bi nuqteyekê li hemberî sifirê biserket.

Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û da zanîn ku Rêveberiya Xweser hewl dide rewşa werzîşê bi heman cûreyên wê li herêmê pêş bixe.

El-Mihbaş ev tişt anî ziman:

“Îsal me bûdceyeke taybet ji bo Desteya Ciwanan û Sporê veqetandiye da ku projeyên werzîşê pêşbikevin û ciwan teşwîq bibin.

Her wiha Rêveberiya Xweser dê hemû avahiyên werzîşê sererast bike.”

Tê payîn ku hemû maçên turnoveyê li yarîgehên Ewlekariya Hundirîn û yarîgeha Şehîd Hevrîn Xelef ên bajarê Reqayê werin lîstin.

Back to top button