Li Mexmûrê 7’emîn salvegera êrîşa DAÎŞ’ê bi çalakiyekê girseyî hat şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr bi boneya 7’mîn slavegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Wargehê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hêzên serdest bi destên komên çete yên weke DAIŞ, Bokoharam, û Talîban, dixwaz dikin planên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bînin û xwe jî weke hêzên xilasker bidin nîşan dan.

Di daxuyaniyê da hate bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ’ê 6’ê Tebaxa 2014’an de êrîşê wargeha mexmûrê ku di bin çavdêriya NY de bû.

Hate gotin ku bi destê DAIŞ’ê xwestin civaka mexmûrê ya bi rêxistinkirî bi komkujî re derbas bikin û belav bikin.

Lê gerîlayan û ciwanên mexmûrê bi parastina xwe ve vê planan wan vala derxist.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Wargeha Mexmûrê ‘hat bi dawî kirin.

Back to top button