Li başûrê Idlibê 6 leşkerên hikûmeta Şamê û 4 çeteyên Ozbekî hatin kuştin

Li Idlibê çekdarên radîkal ên “Ozbekî” êrîşî navendê rêjîmê kirin, di encamê de herî kêm 4 çekdarên ozbekî û 6 leşkerên Hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan derbarê mijarê de ragîhand ku duh çekdarên radîkal ên “Ozbekî” li herêma Hentûnîn a Meret El-Numan a başûrê Idlibê êrîşî noqteyên hikûmeta Şamê kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku di êrîşî de 6 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin, di heman demê de 4 çekdarên Ozbekî ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, hatin kuştin.

li aliyê din jî sekvanên ser komên çete yên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kefer Mûris a Çiyayê Şehişbo a başûrê Idlibê leşkerekî Hikûmeta Şamê kirin armanc.Di encamê ew leşker hate kuştin.

Li aliyê din jî îro di saetên ber banga sibê komên girêdayî Tirkiyê li herêmê Kefer Nûran a rojavayê Helebê bargehên hikûmeta Şamê topbaran kirin. Di encamê ziyanan de tu agahî ne hatin bidestxistin.

Back to top button