Efxanistan..Talîban navenda 2 parêzgehan kontrol kir

Talîban ya ku çav berdaye kontrolkirina Efxanistanê, êdî berê xwe daye navendên parêzgehan. Çekdarên Talîbanê di nava 24 saetên derbasbûyî de karîn navenda 2 parêzgehan kontrol bikin.

NY jî ragihand ku ji ber şerê li herêmê ji meha Gulanê ve nêzî milyonek kes koçber bûne. Koşka Spî jî bi awayekî eşkere Talîban hişyar kir û got, Bi şer wê nekarin rawabûna xwe di qada navnetewî de bidin avakirin.

Li Efxanistanê tevî hemû bangewaziyên rawestandina şer, lê welat ji her demê zêdetir di nava metirsiyê de ye.

Şerê ku li sînorên welat, di navbera hikumeta Efxan û çekdarên Talîbanê de derketî, derbas nava welat bûye.

Talîbanê piştî kontrolkirina bi sedan navçeyî, vê carê berê xwe daye navendên parêzgehan.

Li gorî çavkaniyên herêmî di nava 24 saetên dawiyê de, çekdarên Talîbanê karîne bajarê Zerenc yê parêzgeha Nîmruz û bajarê Şîbîrgan yê parêzgeha Cevzcan kontrol bike.

Li nêzî deh parêzgehan şerên dijwar rûdidin

Cîgirê Waliyê Nîmruz Ruhgul Xeyirzad bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku çekdarên Talîbanê êrişî bajarê Zaranc ya parêzgeha Nimruz kirin.

Her wiha Parlamenterê Nimruz Gul Ehmed Nurzad jî diyar kir ku çekdarên Talîbanê tevahî avahiyên hikumetê kontrol kiriye.

Li herêmên Hilmend, Qandahar, Zabul, Ferah, Xerat, Badgîs, Faryab, Kunduz, Tahar, Badahşan, Baglan, Samangan û Saripul şerên dijwar rûdidin.

NY: Ji ber êrişan nêzî milyonek kes koçber bûn

Tevgera Talîban îdia dike ku ji sedî 80 xaka welat kontrol dike.

Her çiqasî niha DYA bi êrişên hewayî piştevaniya artêşa Efxan dike jî, lê tê pêşdîtin ku heta dawiya meha Tebaxê bi awayekî giştî ji welat vekişin.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji ber şerê di nava mehên dawiyê de, sivîl dibin qurbanî.

Tenê di nava meha dawiyê de zêdeyî hezar sivîlî jiyana xwe ji dest dane.

Komisyona Mafê Mirovan ya Serbixwe ya Efxanistanê jî eşkere kir ku ji despêka meha Gulan û heta Tebaxê, nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Koşka Spî baga agirbestê li Talîbanê kir

Di vê navberê de Koşka Spî careke din banga agirbestê li aliyan kir.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki doh bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser rewşa li Efxanistanê anî ziman.

Psaki diyar kir ku bi qasî şer pêwistî heye ku danûstandinên siyasî jî berçav werin girtin.

Psaki bi awayekî eşkere Talîban hişyar kir û got,

Ger Talîban di qada navnetewî de li rawabûnê bigere, ev rêya niha dişopîne ji wê yekê dûr e.

Back to top button