Meclîsa Leşkerî ya Babê îdayên ku şervanên wan bajarê Babê topbaran kiriye, deriwand

Meclîsa Leşkerî ya Babê îdayên digotin ku şervanên wan bajarê Babê ya dagirkirî topbaran kirin e, derewand.

Du roj berê zêdeyî 20 top li nava bajarê Babê ya dagirkirî ket. Di encamê de zêdeyî 20 kes birîndar bûn.

Hin aliyan îda kirin ku şervanên Meclîsa leşkerî ya Babê li dû topbaranê ne.

Fermandariya giştî ya Meclîsê derbarê mijarê de daxuyanî da û ev tişt anî ziman:

“Em bi navê fermandar û şervanên xwe, îdayên bahsa mijarê bi tundî red dikin.
Em êrîşên kur sivîlan dike armanc bi tundî şermezar dikin.

Ew kes û aliyên ku me bi topbaranê tewanbar dikin, yên ku ev hefteyeke gelê me yên li Minbic û gundewarên Rojhilatê Babê topbarandike ne. ”

Meclîsa Babê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û şifa ji birîndar re xwestin û bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bikin da topbarana li ser sivîlan rawestînin

Her wiha soz da ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî heta dawî tekoşîn bikin.

Back to top button