Duh bi şev çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gundê Kendal ê navçeya Mexmûr ê Mûsilê kir.
Çeteyan li nêzî gund kemînek danîbûn, bi derbasbûna şêniyan re gule reşandin.
Li gorî nûçeya ROJNEWS di encama êrîşê de, çeteyên DAIŞ’ê 4 sivîl birîndar kirin û 8 kes jî revandin.
Çeteyan piştî wê ji wan 8 kesê revandî 5 kes berdan û 3 jî li gel xwe hiştin.
Ji kesên hatin revandin navê du kesan hat zanîn ew jî, Yusif Mihemed Girdeşîneyî û Mam Bekir Husên Mastfiroş ne.
Li gorî heman çavkaniyê di navbera çete û pêşmergeyan de şer jî rû daye.
5’ê Tebaxa 2021’an, li heman cihî DAÎŞ’ê 3 stûnên elektirîka giştî ya tê Mexmûrê teqandibû.
Heta niha jî Mexmûr û gundewarên wê bê elektirîk maye.