ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 155’AN DE YE

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan bi biryar dewam dike. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku pêşenga çalakgerên greva birçîbûnê ye, 155 roj in li ber xwe dide. Her roj çalakiyên piştgiriya bi çalageran re jî didome. Çalakiya Nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê li ber Girtîgeha Gebzeyê di roja 3’yan de ye. Her wiha li Wanê 7 kes dest bi greva birçîbûnê kirin.

Berxwedana Hevseroka (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Çalakiya Guven îro di roja 155’emîn de ye.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya berxwedêrên di girtîgehan de jî didome .

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye di roja 117’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî di roja 42’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sari-saç 8’ê Adarê dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe didome.

Ji van:

Sedat Akin 97,

Semra Alkan 95,

Gurbet Ektîren 87,

Îhsan Sinmiş 44 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI BER GIRTÎGEHA GEBZEYÊ 3 ROJ IN DIDOME

Her roj destkdayîn û pişteveniya bi çalageran re her roj zêde dibe.

Çalakiya Nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di grevên birçîbûnê de, di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebze dest pê kirin dewam dike.

Malbatên berê 2 caran hatin binçavkirin û polîsan çalakiya wan asteng kirin.

ÎHD’Ê NOBETA GERVA BIRÇÎBÛNÊ DA DESTPÊKIRIN

Şaxên Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) li çend bajaran ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi çalakiya nobedê kirin.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Êlihê li avahiya xwe çalakiya nobetê li dar xist.

Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî beşdarî civînê bûn.

Beriya nobetê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û got:

Em bang li hemû rayedaran dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku rayedar hiqûqên xwe yên qanûnî bikar bînin.”

Em dixwazin raya giştî ya demokratîk bêtir li hember daxwaza girtiyan hestiyar tevger bike.

WEKÎLÊN HDP’Ê ÇÛN SERDANA MALBATÊN GIRTIYÊN DI GREVÊ DE

Parlementer û Hevşaredarên HDP’ê, li Baroya Amedê çûn serdana malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de û xwetin daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin.

LI WANÊ 7 KESAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Bi heman armancê li Wanê 7 kes ketin greva birçîbûnê.

Çalakî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk tê.

Beriya çalakiyê xizmên windayan, rêveberên HDP’ê û DBP, nûnerên saziyan û gellek kes daxuyanî dan û piştgrî dan çalageran.

 

Leave a Reply

Back to top button