DYA û Îngilistna bang li welatiyên xwe kirin ku ji Efxanistanê derkevin

Belê her bi gurbûna şerê li Efxanistanê re, Waşîngton û Londonê bang li welatiyên xwe kirin ku yekser ji welat derketin. Ji bo vê yekê jî hemû rêyên hewayî bikar bînin.

Konsolxaneya DYA’yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Konsolxaneyê ji welatên Amerîka yên li Efxanistanê daxwaz kir ku ji bo derketina ji welat vebijarkên firîna bazirganî yên heyî bi kar bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şertên ewlehiyê û kêmbûna jimara xebatkaran, derfeta balyozxaneyê ya ji bo alîkariya welatiyên Amerîkî pir sînordar kiriye.

Waşîngton ji welatiyên xwe xwest ku kes serdana Efxanistanê neke.

Li aliyekî din Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê jî duh belgeyên xwe yên têkildarî Efxanistanê li ser malpera xwe nû kir û welatiyên xwe hişyar kir ku kesek serdana Efxanistnaê neke.

Wezaretê bang li welatiyên xwe yên li Efxanistanê kir ku ji welêt derkevin.

Her wiha Konsolxaneya Îngilistnaê jî ji bo welatiyên xwe diyar kir ku di rewşa krîzê de kes bila li benda alîkariyê ne mêne û di demek herî kin de ji Efxanistanê derkevin.

Back to top button