Balefirên Îsraîl navenda Hemas ên li Xeza bombebaran kir

Di nava Îsraîl û Hemasê de careke din şer gur dibe. Balafirên şer yên Îsraîlê li dijî li Şerîda Xezzeyê ya dorpêçkirî êrîşên hewayî pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên wê li dijî navendên tevgera Hemasê yên li Xezayê êriş pêk anîne.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de wiha hate gotin:

“Ji bo bersivdayîna balonên şewatê ku ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, balafirên me kombûneke girêdayî tevgera Hemasê û navendeke avêtina moşekan, kirin armanc.”

Li gorî tîma agirkujiyê ya Îsraîlê ku ji ber balonên şewatê, li herêma Eşkol a nêzî Xezayê 4 cih şêwitîne.

Back to top button