Piştî ku wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Îranê xwar, hêzên Îranî hişyarî da Îsraîlê ku ew ê bersiveke hişk bidin her êrişeke li ser hêzên wan.
Pasdarên Îranê bersiv da gefên Wezîrê Parastinê yê Israîlê û ragihand ku “ew ê bi rengekî hişk bersiv her hewldana êrîşekê bidin”
Fermandarê hêzên asîmanî yên Pasdarên Îranê Hacî Zade got ku “Israîl berê hêza me nas dike û eger dixwazin bila bicerbînin. em ê bi awayekî hişk bersivê bidin, ew nikarin şaştiyan bikin”
Wezareta karê derve ya Îranê jî Israîl hişyar kir ku ew ê wan bi sînor bikin û gefa Îsraîl bi binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav kir.
Serokê Îranê Ayetullah Ibrahîm Reîsî jî diyar kir ku “Berxwedan rêya sereke ya serketina li dijî Israîlê ye” û Qudis jî weke doza bingehîn nîşan da.