HPG: Li Heftenînê 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê vê carê jî li Heftenînê li artêşa Tirk ya dagirker dan.
Gerîlayan bi armanca silavkirian Pêngava Vejînê ya 15ê Tebaxê li dijî dagirkeran çalakî kirin. Di çalakiya hate kirin de 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşger de bê navber li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakîyan dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya pêngava şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“2’yê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker li navbera Girê Şehîd Bêrîvan û Şehîd Çiyager operasyona dagirker daye destpêkirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistin bin kontrolê û 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

5’ê Tebaxê li qada Bektorya dagirkerên ku dixwestin ji Girê Sîpan ber bi Girê Kartal ve biçin bi taktîka sabotajê derb li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.”

HPG’ê diyar kir piştî vê çalakîyê artêşa Tirk ya dagirker windahîyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

Hat diyar kirin ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna Netewî hate kirin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngav Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêmên Zap û Avaşînê jî li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin.

Hat diyar kirin 6’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li devera Girê Sor a Avaşîn ku xwestin çeperan çêbikin, çalakîyek hat lidarxistin.

HPG’ê da zanîn heman rojê hêzên YJA Starê bi çekên giran li dijî dagikerên li Kela Bêdewê ya Zapê çalakiyek kirin.

HPG’ê diyar kir li dijî çeperên şer ên li Werxelê ya Avaşînê 8 car gazên kîmyewî hatiye bikaranîn û heman rojê bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer hate kirin û wiha hat gotin,

“Artêşa Tirk a dagirker li hember berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encam nagirin û li ber çalakiyên bi bandoar derbên giran dixwin, li dijî çeperên şer bi zêde gazên kîmyewî bikar tîne û bê navber sûcên xwe yên şer didomîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir 5, 6 û 7’ê Tebaxê herêmên Xakurkê, Avaşîn, Gundên navçeya Kanî Masî ya bi se Amedîyê bi balafirên şer û hawanan hatin bombebaran kirin.

Back to top button