Etiyopiya; Eger tîgray guh li me nede, em ê hêzên xwe li hemberî wan belav bikin

Piştî ragihandina agirbesta yekalî ji aliyê Etiyopiyayê, careke din nîşaneyên şer li ba dibin. Etiyopiyayê ragihand ku li hemberî pêşketina hêzên Tîgrayê, wê sîstemên parastinê belav bikin da ku rê li ber wan bigirin.

Wezareta Karê derve ya Etiyopiyayê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku, eger insiyatîfên wan yên mirovî bê bersiv bimînin û gav ji hêla aliyên din neyên avêtin, wê hêzên xwe li hemberî wan belav bikin.

Li gorî wezaretê, tevgera hêzên Tîgrayî, hiştiya 300 hezar kes koçber bibin.

Di heman çarçoveyê de, berpirsa Herêma Emhera Sîma Tyrona diyar kir ku eger hêzên Tîgray derbasî herêmê bibin, ew ê êrîşî wan bikin û niha jî xwe amade dikin.

Berî niha jî berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA Ned Price ragihandibû ku, Amerîka û Sûdanê goitbûn wê aliyan ber bi danûstandinên agirbestê bibin û şer rawestînin.

Back to top button