Waşîngton serçeteyên DAIŞ û El Şebab li lîsteya xwe ya cezayan zêde kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) lîsteya xwe ya terorê berfireh kir. Wezareta karên Derve ya DYA serçeteyên DAIŞ Mozanbîk, Eş Şebab û Cemaat Nûsret el Îslam li lîsteya xwe ya “terorîstên cîhanî” zêde kir.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Antony Blinken ragihand ku wan li dijî hinek komên li Afrîka tevger dikin gavên nû avêtine.

Blinken ragihand ku serçeteyê Mozambîk ê DAIŞ’ê Bonomade Machude Omar, ji rêxistina Cemaat Nusret el Îslam el Muslimin Sîdanag Hîtta û ji rêxistina El Şebab jî Elî Mihemed Rage û Ebdilqadir Mihemed li lîsteya “Terorîstên cîhanî yên bi taybetî hatine diyarkirin” hatine zêdekirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA diyar kir ku DYA wê têkoşîna xwe ya li dijî terorîzmê li Afrîkayê bidomîne û anî ziman ku dibe navên nû dikarin li lîsteya terorê bên zêdekirin

Back to top button