ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA NAVÇEYA EHRESÊ DI ROJA 2’AN DE YE

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re Kongra Star doh çalakiya grevê li navçeya Ehresê ya Şehbayê dabû destpêkirin. Îro çalakî di roja xwe ya duyemîn de ye.

Di roja 2’yemîn de şêniyên navçeya Şêrewa û Til Rifat beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Kongreya Star a şaxê Şêrewa û Til Rifat daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin û hate gotin;

Ew ê heya rakirina tecrîdê û daxwazên çalakgeran pêk werin li ber xwe bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê li perspektîvên Rêber Ocalan hatin guhdarkirin.

Piştre li ser navê Kongreya Star a şaxê Şêrewa, Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêrewa û Meclisa Şêrewa axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku paşguhkirina daxwazên çalakgeran li dijî zagonê ye.

Leave a Reply

Back to top button