Aram Hena: Em ê nehêlin li dijî gelê me êrîşek din pêk were

Berdevkê QSD’ê Aram Hena diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser gel têkbirina ewlehiyê ye. Hena piştrastkir ku ew ê nehêlin li hemberê gelê herêmê êrîşên din pêk were û ew ê bersiva êrîşan bidin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena têkildarî komkujiya 4’ê Tebaxê a gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê ku di encamê de ji heman malbatê 4 kes hatin qetilkirin ji ANHA’yê re axivî.

Aram Hena anî ziman sûcê ku dewleta Tirk li El-Sefawiyê pêk anî berdewamiya sûcên ku li dijî şêniyên herêmê ye û got,

”Dewleta Tirk hewl dide bi rêya vê êrişê, ewlehiya li herêmê têk bibe û gelê me bide koçberkirin”.

Aram Hena destnîşan kir ku hemû dizanin dewleta Tirk sponseriya terorê li Sûriyê dike û wiha domand:

“Bi rêya operasyonên ewlehiyê me gelek çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Di lêpirsînan de piştrast bû ku Tirkiye dergeha sereke ye ku bi rêya wê derbasî herêmê dibin.”

Berdevkê QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî şêniyên herêmê ranewestandiye û û got,

“Di êrişên dawîn de me hemû tedbîrên parastinê girtin da ku gelê xwe biparêzin û wan bibin cihên ewle.”

QSD’ê nahêle komkujiyeke din li dijî gelê herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk were û wê gel di çarçoveya parastina rewa de biparêze.”

Aram Hena bang li civaka navneteweyî kir ku helwestên cidî nîşan bidin da ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button