Ciwanên PYD’ê yên Helebê dorpêça li ser Şehbayê şermezar kirin

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD`ê yên Helebê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ferz dike, şermezar kir û diyar kirin ev yek wê rê li ber karesteke mirovî veke.

Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyekê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz dike, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê topbarana li dijî sivîlan, didomînin. Ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser herêmê ferz kir, ev yek rewşa kesên di kampan de zehmettir kir.

Hikumeta Şamê ferzkirina bacan li ser madeyên sereke wekî sotemenî, madeyên tenduristî û dermanan rê li pêşiya rûdana karesateke mirovî vedike.

Ciwanan bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku çareseriyekê bibînin da ku jiyana sivîlan baş bibe.

Back to top button