Kongreya Star a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi nêzîkbûna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, semînerek ji bo jinên navçeyê li dar xist.
Kongreya Star li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya navçeya Dêrikê semînerek derbarê dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û tevlêbûna jinan de li dar xist.
Di semînerê de endama Kongreya Star Hîzel Ehmed axivî û got:
“Pêngava 15`ê Tebaxê berhema fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana hevalan a di girtîgehan de ye. Di dîroka Kurdan de gaveke girîng e.”
Hîzel Ehmed diyar kir ku jinan tevî urf û adetên civakê di destpêka avabûna tevgerê de cihê xwe girt, tê koşiya û li ber xwe da.
Hîzel di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li hember xiyanetê û komployên dewleta Tirk a dagirker tekoşînê bikin.
Di dawiya semînerê de sînevîzyonek bi axaftinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê dîrok û têkoşîna tevgera azadiyê de, hat pêşandan.