“Êşkence li girtiyên Behdînanê dikin”

Parêzerên ku li ser rewşa girtiyên di zindanan de dixebitin eşkere kirin ku êşkence li girtiyên Behdînanê tê kirin û zextek mezin li ser wan heye.

Tîma Parêzeran ya girtiyên Behdînanê ragihandin ku êşkence li ser girtiyên Behdînanê tê kirin û zextek mezin li ser wan heye.

Parêzeran derbarê rewşa girtiyan de daxwaznameyek ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoyê , Endamên Lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoyê û ji gelek aliyên peywendîdar re şand.

Di daxwaznameyê de ev tişt hatin gotin:

“Rewşa girtiyên Behdînanê xirab e, bi wan re danustandinek nexweş dikin û cihê wan pir nexweşe.

Karmendên rêvebirina girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê xirab nêzî girtiyan dibin û pîvanên mafê mirovan pêk naynin.

Pêwîste di demeke nêz de girtiyan radestî Wezareta Kar û barên Civakî bikin.”

Back to top button