Meclis û saziyên bajarê Hesekê îro bi daxuyaniyekê êrişên hêzên PDK’ê a li dijî gerîla, şermezar kir.
Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya bakur a taxa Til Hecer a Hesekê hate dayîn.
Bi dehan endamên saziyan û Partiya Sûriya Pêşerojê tev li daxuyaniyê bûn.
Meclisê destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hevkariya hêzên PDK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê û hêzên Gerîla dike bi armanca ku hêzên şoreşger ên azadiya kurdistanê têk bibe.
Meclisê da zanîn ku bi saya HPG’ê pilan û xewnên vejînkirin serdema Osmanî têk diçe.
Meclisê diyar kir ku komek ji 3 Gerîlayan pêk dihat ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin wendakirin.
Meclisê bang li PDK’ê kirin ku çarenûsa her sê gêrilayan eşkere bike û teqez kirin ku êrîşên li Xelîfanê gihaştiye asta xiyanetê.