Şêniyên Minbicê: Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin

Şêniyên gundên Minbicê teqez kirin ku ew ê li hember êrîşan bisekinin û dev ji xaka xwe bernadin.

Dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên xwe yên li herêmên dagirkirî gundên Minbicê topbaran dike.

Şêniyên gundên tên topbarankirin, diyar kir ku li hemberî êrişan ew di mayîna li ser xakê de bi israr in.

Jina bi navê Edla El-Salih ya 60 salî ku ji gundê Seyada yê Minbicê ye wiha got,

“Beriya çend rojan dema em di xew de bûn, ji nişka ve top û gule li ser serê me bariyan.

Ez derketin binêrim bê ka çi çêbûye, topan banê malê qul kiribû, derî û pencere jî şikestibûn.”

Edla diyar kir ku ew yên di gund de hemû sivîl in, ”Ma gelo Erdogan çi ji me dixwaze.”

Zarokê bi navê Mehêr Qerace yê 13 salî jî diyar kir ku çendîn topbaran zêde bibe jî ew ji malên xwe dernakevin.

Back to top button