“Çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê pêşmergeyan digerin”

Derbarê êrişa li ser Mexmurê, ji Fermandarên Pêşmergeyan ê li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel û Nûnerên rêxistinên karûbarên Enfalê yên Germiyanê diyar kirin li çiyayê Qereçox çeteyên DAIŞ’ê li ber çavê hezên pêşmergeyanin û wan dibînin. Lê êrişî hev nakin, ev yek cihê gumanê ye û divê were zelal kirin.

Di salvegera êrişa çeteyên DAIŞ ya sala 2014’an de, doh bi şev carek din çeteyên DAIŞ êrişî herêma Mexmûrê kirin.

Di êrişa li ser gundê Kendalê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin.

Li ser mijarê fermandarek pêşmergeyan Xazî Feysel ê li çiyayê Qereçox axivî û got:

Çeteyên DAIŞ ji ber kêmxemiya pêşmerge û Wezareta Pêşmergeyan ketine herêmê.

Cihê ku DAIŞ êriş kirî, peywendiya xwe bi Iraqê re nînin û girêdayî Hewlêrê ye.

Xazî Feysel diyar kir ku ew bi rêya xelkên herêmê rojane li ser liv û tevgera çeteyan agahî werdigrin û ev tişt anî ziman:

Me gelek caran aliyên peywendîdar agadar kir, heta hejmara çeteyan jî ji wan re ragihand. Lê girîngî nedane mijarê.

Çeteyên DAIŞ li ber çavê hêzên pêşmergeyan, li çiyayê Qereçox digerin. Lê êrişî hev na-kin. Divê sedema vê yekê ji xelkê re ragihînin. Ev cihê gumanê ye.

Hikumet û parlamento li ser pirsgirêka welatiyên Mexmûrê ra-nawestin û ji bo dawî anîna DAIŞ’ê ti karek pêwîst nakin.

“Aliyê ku hevkariya dagirkeran dike, divê wek Kurd nayê hesibandin”

Nûnerên rêxistinên karûbarên Enfalê yên Germiyanê jî diyarkirin ew ji ber nebûna yekitiya netewî bi fikarin û gotin, “Aliyê ku xizmeta dagirkeran dike, karek xirab dike û divê wek Kurd neyê hesibandin.

Nûnerên rêxistinan li dijî dagirkerî û aloziya navxweyî, daxwaza yekrêziya nav mala Kurd kirin.

Derbarê propaganda PDK’ê ya li dijî PKK’ê jî Nûneran weha got:

Ti hêzek Kurd dagirker nine, li ser xak û welatê xwe ne. Parastina mafên Kurdan dikin. Divê rêz ji xebat û têkoşîna PKK’ê re were nîşandan. Ji berku ew xizmeta gelê Kurd dikin.

Back to top button