Dagirkeran xebatkarekî nexweşxaneya Avrîn revand

Li gorî çavkaniyekê ji bajarê Efrîna dagirkirî, îstixbarata dewleta Tirkiyê pisporekî anesteziyê revand ku berê di Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê kar dikir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Tebaxê de pisporê anesteziyê (texdîr) Mihemed Şêxo, bi hinceta ku berê di Nexweşxaneya Avrînê de kar dikir ji navenda bajarê Efrînê revand.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi heman hincetê 8 hezar dolar li Mihemed Şêxo ferz kiribû.

Hat diyar kirin ku îstixbarata dewleta Tirkiyê Şêxo biriye cihekî nediyar û ta niha derbarê aqûbeta wî de ti agahî nehatine bi destxistin.

Back to top button