Dayîka Egîd Îpek: Êdî bes e, hestiyên me bi kagoyê neşînin!

Dayika Egît Îpek, Halîse Îpek bertek nîşanî şandina cenazeyan a bi kargoyê da û got:”Zarokên me perçe dikin. Ev têr nake bi kargoyê dişînin. Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin!”

Dewleta Tirk a degirker 2’ê Tebaxê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehsûm Aslan (Fîraz Paramaz) ku sala 2018’an li Dêrsimê şehîd bûbû, bi kargoyê ji malbata wî re şand.

Sala borî di 10’ê Nîsana 2020’î de bi heman awayî cenazeyê Egît Îpek ê HPG’yî yê di 23’yê Gulana 2017’an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî bi kargoyê ji malbata wî re hatibû şandin.

Dayika Egît Îpek, Halîse Îpek da zanîn dema cenazeyê Egît bi kargoyê hat şandin ji hemû aliyê cîhanê bertek hat nîşandan û wiha dewam kir:

“Me got ev ê ji wan re bibe ders û ew ê careke din wiha nekin lê belê dîsa wiha kirin. Dijmin keyfxweşiyê ji vê yekê digrin.

Wekî Egît hestiyên Mahsun jî ji dayika wî re şandin. Ji bo Egît cegera min perçe dibe.

Ez bang li dewletê dikim. Bang li kurdên li gel dewletê cihên xwe digirin, dikim, ger îro welê li me dikin wê sibe dur bê we jî. Êdî bes e, hestiyên me bi kargoyê neşînin!

Zarokên me perçe dikin. Ev têr nake bi kargoyê dişînin. Ji hestiyên me jî ditirsin.

Me di nava zehmetiyeke mezin de zarokên xwe mezin kir. Dijmin zarokên me parçe dike û ji me re dişîne lê em dengê xwe nakin.”

Dayika Egît Îpek, diyar kir êdî ew nikare li mirovên dimirin temaşe bikin û wiha bi dawî kir:

“Zarok û xwezaya me dişewitînin. Ger misliman bin bila pêwistiyên mislimantiyê bînin cih.

Mislimantî nabêje daristan, mirov, ajal bişewitînin û hestiyên zarokên malbatan bi kargoyê ji malbatan bi rê bikin.”

Back to top button