Ji bo bilindkirina asta mamosteyan dest bi rêbazên nû yên perwerdeyê kir

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo bilindkirina asta mamosteyan her sal perwerdeya havînê dide. Mamosteyên ku tev li perwerdeyê bûne, diyar dikin ku her dem pêdiviya wan bi perwerdê heye. 

Di perweredeya îsal de 4 materyal ên mîna pedagojî, zimanê dayikê (erebî û kurdî), zanyarî û bîrkarî hatin hilbijartin.

Têkildarî rêveçûna perwerdeya havîn, Endama Komîteya Şopandin û Plansaziya Perwerdeyê Şêrîn Mihemed axivî û got:

Ev perwerde tên dayîn da ku asta mamosteyan bilindtir bibe.

Dema em bingeha şagirtan di seretayî de baş bikin, dê di qonaxên pêş de astengiyê nebînin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê hejmara mamosteyan ên tevahiya astan, digihêje 19 hezarî.

Back to top button