Li Bengala rojava zêdeyî 200 gund di bin avê de mane

Guherîna avhewa rewşa jiyanê li seranserê cîhanê zehmet kiriye. Di nava demên dawiyê de lehiyên li Hindistanê, bandor li jiyana sedehezaran kesî kiriye. Li Bangala Rojava zêdeyî 200 gund di bin avê de mane.

Bi hezaran welatiyên Hindistanê yên li Rojavayê Bengalê bi karasata lehiyê re rûbirû mane.

Ji ber barana zêde zêdeyî 200 gundên li herêmê di bin avê de man.

Ev der jî dimenê li herêma Hooghli ye.

Heta niha ji ber lehiyê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye û 500 hezar kes ji lehiyê bandor bûne.

Derfetên jiyanî yên li herêmê jî kêm bûne û welatî xwe di gihandina pêwistiyên jiyanê de zehmetiyan dibînin.

Li herêma Hooghlyê ji ber bilindbûna ava çemê Rupnarayan û Dwarkeşwar rêjeya avê bilind bûye.

Gundî ji bo rizagrkirinê jî li ser banên avahiyan mane.

Di nava rojên dawiyê de, zêdeyî 300 mm barîn bariyabû.

Li gorî Daîreya Meteorojiyê, li ser herêma Bendava bakurê Bengal ê nema deryayê li herêmê rê li ber baraneke zêde vedike.

Back to top button