Hişyariya lehiyê ji bo çemê Nîl tê dayîn

Wezareta Avdanê ya Sûdanê ji bo lehiya di Çemê Nîlê de hişiyarî da şêniyên li Xertûmê ku tedbîrên xwe bigirin, ji ber ku çem li ber lehiyê ye.

Li gorî wezaretê, rêjeya çemê Nîlê li wilayeta Xertûmê gihaştiya 16,78 Metre û bi vî awayî 25 Cm rejêeya lehiyê derbas kiriye.

Di nava sê rojan de, bi qasî 62 milyon M3 li çem zêde bûye û metirsiya rabûna lehiyê li ber çav e.

Pisporên avê dibêjin ku, rabûna lehiyê wê bandorke mezin li zeviyên çandiniyê û jiyana welatiyên li nêzî wê bike û jiyana xwe dixe metirsiyê de.

Back to top button